Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karsazê Sûrî Ramî Mexlûf Daxwaza Hikûmetê ya Destkişandina ji Kar Red Dike


Karsazê Sûrî Ramî Mexlûf îro Yekşemê got desthilatdaran demek ji bo wî destnîşan kiribû ku dest ji karê kompaniya telefonan Syriatel bikişîne û eger wiha neke dê rêdana wî ya kar were jinavbirin.

Di vîdyoyeka sêyem de, ku ew di vê derbarê de belav dike, Mexlûf, ku kurê xalê serokê Sûriyê Beşar Esed e, got hilweşandina Syriatel dê “Karesat” be ji bo abûriya welêt.

Mexlûf beşek bû ji xeleka teng a serokatiya Sûriyê û roleke mezin di piştgiriya darayî ya şer de lîst, li gor berpirsên rojava.

Ew karsazekî mezin ê warê pêwendiyên telefonî, avakirinê, kirîn û firotina xaniyan û bazirganiya niftê ye.

Mexlûf got,”Wan got, min heta roja Yekşemê heye ku wek wan bikim yan jî ew dê dest bidin ser kompaniyê.”

Ne diyar bû kengî ev vîdyo hatiye girtin, û gelo ew behsa îro dike yan jî Yekşema dahatû.

Mexlûf got:

“Hun bi vê yekê abûriya Sûriyê hildiweşînine.”

Vê mehê wî hêzên ewlekariyê tawanbar kirin ku wan “bi awayekî hovane” karmendên wî girtin.

XS
SM
MD
LG