Li ser awayê birêvebirina Sûriyê û systema hikûmetê di pêşeroja Sûriyê de, serokê partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan ji Dengê Amerîka re ragihand ku sîstema nenavendî ew baştirîn system e ji bo Sûriyê.
Qeftan got:
“Pir girîng e ku sîstema dewletê nenavendî be, nenavendiya fereh ji bo vê qonaxê pir pêwîst e.”
Yek ji mercên opesizyona Sûrî ji bo veguheztina desthilatdarîyê, guhertina Beşar el-Esed bû, lê Qeftan dibêje ti pirsgirêkên wan bi kesan re tune ne.
Ew dibêje: “pirsgirêka me bi awayê birêvebirina hikûmetê re heye, em sîstema istixbaratî ku Beşar el-Esed û berî wî bavê wî jî pê radibû, qebûl nakin. Daxwaza me ne guhertina kesan ne. Em dixwazin sîstema hikum bigherin, çi Beşar el-Esed be û çi kesekî din be.”
Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke