Lînkên eksesibilîtî

 
SOHR: Teqîna Mayînekê Li Sûriyê Hejmarek Polîsên Tirkîyê û Çekdarên Alîgirên Enqerê Dikuje û Birîndar Dike
Breaking News

SOHR: Teqîna Mayînekê Li Sûriyê Hejmarek Polîsên Tirkîyê û Çekdarên Alîgirên Enqerê Dikuje û Birîndar Dike


Nobedariyeke hevbeş ya hêzên Tirkiyê û Amerîka li bakurê Sûriyê (Arşîf)
Nobedariyeke hevbeş ya hêzên Tirkiyê û Amerîka li bakurê Sûriyê (Arşîf)

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) îro Yekşemê ragihand ku li Girê Spî (Tel Ebyad) yên girêdayî parêzgeha Reqayê 2 polîsên Tirkiyê di encama teqîna mayînekê de hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Di teqînê de, her wiha endamekî polîsê sivîl yê Sûriyê hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Bi vê yekê hejmara kuştî û birîndaran, di nav de 9 leşkerên Tirk, gihîşte 14 kesan.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku teqîn li devera operasyona “Kanîya Aştîyê” bû û birîndar ji bo dermankirinê hatin veguhestin bo nexweşxaneyên Tirkîyê.

Çavdêriyê di 3ê Nîsanê de jî, ragihandibû ku hin çekdarên nenas 3 serkirdeyên Firqeya "Mertala Hesekê" kuştin, ku yek ji komên girêdayî "Artêşa Niştimanî" ye ku Tirkiyê piştgiriya wê dike.

Çekdaran wê demê rê li otombêleka serkirdeyan girtibû û ew gulebaran kiribûn, li derdora gundê "El-Elok" li rojhilatê Serê Kaniyê (Ras El-Eyn) yê gundewarê bakurê rojavayê Hesekê.

Çavkanî: SOHR

XS
SM
MD
LG