Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê 34 Endam û Alîgirên Daişê Li Reqayê Digre


HSD
HSD

Navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyaniyekê, encamên operasyona paqijkirinê ya li gundewarê rojavayê Reqayê ji raya giştî re eşkere kir.

HSDê ragihand ku hêzên wan 34 kes girtin, 4 ji wan endamên Daiş in û 30î yên din hevkarî bi şaneyên Daiş ê re li wê deverê dikirin.

Li gor berpirsê ofîsa ragihandina HSDê Ferhad Şamî, oprasyon hat darxistin piştî ku li herdu aliyên rojava û rojhilatê bajarê Reqayê û gundewarên wê liv û tevgera şaneyên razayî yên Daişê geş bibû.

Wî got:

"Şanyên Daiş ê li wê deverê êrîş dijî sivîlan pêk dianîn. Hêzên ewlekariyê û saziyên xizmetguzariyê li rojavayê Reqa, bi taybet di nava kampên bêserûber ku derbiderên Sûrî yên ji Tedmur, Humis, Hema û Idlibê lê bi cih bûne, şaneyên Daiş lê çalak bibûn û hin xelekên vê deverê bibûn alîkar pê re, lewra operasiyon ji aliyê HSDê ve pêk hat."

Şamî destnîşankir ku "Di encama operasyonê de 34 kes hatin girtin ku 4 ji wan endamên Daiş ê berê agahî li ser wan hebûn, û 30 kesên din alîkarî wan bûn ku ew bi cih kirbûn û di nav xwe de ew veşartibûn û bi belgeyên sextet bi wan re bibûn alîkar."

Ev niha di lêpirsînê dene da ku bê naskirin ku ev çete ji ku hatine û ji aliyê kê ve derbasî wê herêmê bûne, di heman demê de armanca wan di demên bê de çiye."

Li herêma Reqa, Tepqa û Kobanîyê ku tê nasîn herêma Friatê, ku ew devere hêzên kiwalisyonê ji 2019 an jê vekişîyan.

HSD tekez kir ku ji bo şerê dijî şaneyên Daişê li wê herêmê ew tenê agahîyan bi koalisyonê re parve dikin, lê li ser erdê ew bê piştîvanîya ezmanî şerê Daişê dikin.

Şamî tekez kir ku "Di vê operasiyonê de hêzên koalîsiyonê yekser beşdar nebûn lê bi aweyekî dûr operasiyon şopandin û bi HSD ê re dinava kordînasiyonê de bûn."

Li gorî HSD ê şaneyên Daiş li devera Reqayê û derdora wê zindîne.

Li gorî aghiyên ji aliyê HSDê ve çekdarên Daiş karîbûn kurîdorekê vekin li aliyê bajarokêRisafê yê ku dikeve başûrî rojavayê Reqayê ku ew dever jêr kontirloa rêjîma sûrîyê û milîsên Îranê de ye.

Li gorî HSD ku rêjîm çavê xwe ji tevger çekdarên Daişê digre dem berê xwe didin rohilatî çemê Firatê ku ew dever jêr kontirola HSD de ye.

Berpirsên HSD dibêjin ku girtina wan çekdarên Daişê dê têgihiştineke giştî ser tevgera şaneyên Daişê li Reqayê ava bike.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:34 0:00


XS
SM
MD
LG