Hêzên hikûmeta Rûsî û Sûrî roja Sêşemê pêlek nû ya êrîşên asmanî û topbaranan bo ser herêmek dorpêçkirî li nêzîk Şama paytextê Sûrîyê encam dan.
Di encama wan êrîşan de bi kêmî 55 sivîl hatin kuştin, û çalakvan dibêjin herêma Guta yek ji rojên herî kujer di nav mehekê de derbaz kir.
10 bajarok, ku nêzîkî 400, 000 akincîyan digirin xwe û keftine ber tundûtîjî û dorpêçê, hatin bombe û topbaran kirin.
Neteweyên Yekbûyî banga agirbestek demûdest bi midehê mehekê kir ku bikarin alîkarîyên mirovî yên gelek pêdivî û yên dermanî bigehînin xelkê sivîl li seranserî Sûrîyê.
Di wan êrîşan de nêzîk 200 kesan jî birîndar bûne û tîmên hawarçûnê dibêjin ne dûr e gele ji wan li ber nebûna pêwîstîyên dermanî jîyan xwe ji dest bidin.