Ajansa Nûçeyan a Sûrîyê (SANA) ragihand ku Wezareta Derve ya wî welatî îro Yekşemê diyar kir ku Şam û Moskoyê li ser peymana têgihiştinê ku pêşeroja herdu bingehên Rûsyayê yên li Tertûs û Humeymîmê diyar dike, li hev kirine.
Wezaretê ji ajansê re diyar kir ku "Li gorî vê hevktêgihiştinê, pêvajoya nûrêxistina hebûna Rûsyayê li peravên Sûrîyê dest pê dike; li gorî vê yekê wê dewleta Sûrîyê rêveberîya bingehên ku xwedî taybetmendiyên sivîl in bigire destê xwe, di serî de Balafirgeha Humeymîmê û Rêza Bazirganî ya Çaremîn a li Bendergeha Tertûsê, bi mebesta ku gav bi gav bên xistin nava sîstema rêveberiya sivîl.
Rêveberîya Ragihandin û Têkilîyan a Wezareta Derve ya Sûrîyê diyar kir ku "Ev gav wekî gava herî girîng ji destpêka danûstandinan ve ku berîya nêzî sal û nîvê dest pê kirine tê dîtin, û deriyê qonaxeke cûda ya têkiliyên Sûrîyê û Rûsyayê vedike."
Wezîrê Derve yê Sûrîyê, Es'ed Şîbanî, di vê çarçoveyê de serdana Balafirgeha Navneteweyî ya Lazqîyê û Bendera Tartûsê kir, wek beşek ji çopandina peymana têgihiştinê ya di navbera Sûrîyê û Rûsyayê de.
Wezaretê ew peyman wek peymaneke dîrokî bi nav kir.