Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Izedîn Salih: Erdogan Propoganda Siyasî li Dijî Kurdên Sûriyê Dike


Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, di doh Îniyê de gefên tund li hêzên kurdî li Sûriyê kir, û got ku wê wan ji Minbic û deverên rojhilata Feratê bi hilemtên leşkerî derxîne.

Di derbarî vê mijarê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Izedîn Salih re kir.

Rojnamevan Izedîn di derbarî van gefan de dibêje: "Serokê Tirkiyê dixwaze ku medya bi kar bîne bo propogenda xwe li dijî hêzên kurdî li Sûriyê, lê ew ji gefan dûrtir na çe."

Her wiha jî, li ser karîgeriya van gefan û hewildanên Tirkiyê bi xebitandina hilmetên leşkerî li herêmên kurdî li ser gel û xelkên sivîl, birêz Izedîn got, ku xelk jiyana xwe ya normal dijîn û baweriya wan bi van gefan naye, ji ber ku dizanin bê Amerîka û welatên din Tirkiyê bi tena xwe nikare tu gavên wisa bavêje.

Hevpeyvîna Izedîn Salih-10-27-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:47 0:00

XS
SM
MD
LG