Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nidal Hac Derwîş: Amerîka Nahêle Tirkiyê Êrîşî Kurdên Sûriyê Bike


Tikriyê bi awayekî eşkere û tund gefan li kurdên sûriyê dike, ku wê dest bi êrîşên leşkerî bike li dijî hêzên kurdî li bakûrê Sûriyê, ger Amerîka hêzên "YPG" ji Minbicê dernexîne.

Wekû diyar dibe ku ev gef rewşa herêma bakûrê Sûriyê aloz û ne aram bike. Derbarî vê rewşê de Dengê Amerîka hevpeyvînek bi lêkolîner û dîroknas Nidal Haj Derwîş re kir.

Dr. Nidal anî ziman, ku mebesta Tirkiyê ne tenê hêzên "YPG"ye, lê belê ew li dijî her pirojeyek yan xebatak kurdî ye li Sûriyê, ji ber wê ew dest ji gefên xwe bernade.

Her wiha, li ser rola Amerîka di bakûrê sûriyê de û pêwendiyên wê bi kurdan re Derwîş dibêje:" Pirojeya Amerîka li herêmê bi dawî nebûye, ji ber wê ew rê nede Tirkiyê ku derbasî herêma rojhilata çemê Firatê bibe."

Hevpeyvîna Nidal Hac Derwîs-12-15-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:41 0:00


XS
SM
MD
LG