Bandora Rojiyê li ser civaka Kurdên Sûriyê, çawa dibe? Pêdeviyên jiyanê çawa tên peydakirin? Kî çavdêriya nirxê alvan û pêdeviyên jiyanê dike?
Dengê Amerîka ev pirs ji çalakvan û rojnemvan Dilşad Ebdo kirin, da ku hin roniyê bide ser rewşa civata sivîl a rojane di meha Remezanê de.
Birêz Dilşad dibêje: "Li gorî salên bûrî, îsal rewş baştir e, û gelek tişt hatine peydakirin ji ber ku rewşa ewlehiyê baştir bûye."
Her wiha jî wî anî ziman, ku civat bi awayekî baş alîkariya hev dike, û bi taybetî ji malbatên xizan yan bê sermiyan re, ku dihman demê de jî wî rexne li xebatên komelên xêrxwaziyê kir, ku karên wan di xelekên teng de dibin û li ser nasînê par tên belavkirin.