Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zara Salih: Çareseriya Sûriyê di Destê Rûsya û Tirkiyê de Maye


Tirkiyê û Rûsya berdewamiya kombûn û giftûgoyan dikin di derbarî rewşa Sûriyê de û damezrandina komîta destûrî berî dawiya sala 2018'an li gorî encamên kombûna Soçî, lê hîna jî tu encamên berçav ne hatine diyar kirin.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi şîrovekar û pisporê siyasî Zara Salih re kir di derbarî van giftûgoyan de û bandora wan li ser rewşa Sûriyê bi giştî û her wiha jî Kurdên Sûriyê û girêdana wan bi van hewildanan ve.

Birêz Zara dibêje: Çareseriya rewşa Sûriyê ji destê Sûriyan derketiye, û nuha giftûgo tenê di nav Rûsya Tirkiyê de maye, ku nûnertiya rêjîmê û rikeberiyê dikin.

Wekî din jî, li ser rola Amerîka di van giftûgoyan de, wî got ku Amerîka bêdeng namîne û ew dixwaze ku cihê kurdan di van giftûgoyan de hebe û bi taybetî ji rêveberiya xweserî, ji bo parastina mafên kurdan di nav destûra nû de.

Hevpeyvîna Zara Salih-11-17-2018-LA
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:11 0:00

XS
SM
MD
LG