Li gor raportên roja Pêncşemê, nirxê lîreya Sûrîyê li hember dolarê Amerîkî daket asta herî nizim, piştî ku di du rojên berî wê hinekî baştir bibû.
Bi vê guhertina giran ,nirxê lîreya Sûrî li bazara reş (ya ne fermî) ketineke pir mezin nîşan da, li gor pisporên ku rewşa aboriya Sûrî dişopînin, lîreya welêt 20% ji nirxê xwe winda kiriye.
Li gor malpera “Syrian Pound Today,” nirxê lîreya Sûrî pir daketîye 14,000 lîreyan jibo firotina her dolarekî Amerîkî. Jibo kirînê jî, her 14,200 li bazarên Sûrî niha yek dolar dikin.
Ji alîyekî din ve, zêr jî buhatir bûye ku nirxê firotina grameke “21” kerat heta roja Pêncşemê gihişte 656,000 Lîreyên Sûrî, nirxê kirînê jî gihişte 655,000.
Di 11'ê Tîrmeha borî de dolarê Amerîkî bo cara yekê di dîroka Lîreya Sûrî de asta deh hezar lîreyan şikandibû. Ji wê demê ve ketina nirxê wê bilez berdewam dike.
Pispor dibêjin ku rejîma Sûrî heta nuha ti çareserî ji vê pirsgirêkê re peyda nekiriye û nikariye rewşa siberojê pêşbînî bike.
Ji dema ku şerê Sûrîyê di sala 2011'an ve destpê kiriye, Banka Navendî ya Sûrîyê çend caran nirxê lîreyê guhertiye. Heta dema amadekirina vê raportê, nirxê fermî yê Lîreya Sûrî hember dolarekî Amerîkî 10,100 e.
Dr. Musallam Talas, aborîzanê li Peymangeha Almanî ya Geşepêdana Domdar IDSO, dibêje ku daketina nirxê Lîreyê bi vî awayê tirsnak girêdayî rewşa siyasî ya Sûrîyê ye.
"Hikûmeta Sûrîyê dixwaze ku rê li ber bazrganîya diravî veke, û ev yek bandoreke pir xerab li aborîya giştî dike," Dr. Talas ji Dengê Amerîka re got.
Lîreya Sûrî wekî dirav li deverên di bin kontrola rejîmê û yên bin kontrola "Rêveberiya Xweser" de tê bikaranîn. Ew li deverên di destê opozîsyonê de li bakurê rojavayê Sûrîyê nayê bikaranîn.
Pispor dibêjin ku bandora daketina nirxê lîreyê rasterast herî zêde li xelkên navçeyên di bin destê rejîma Sûrî de dike, ji ber bilindbûna nirxê xwarin û kelûpelên serekî yên jiyanê. Lê deverên Kurdan jî zîyanê jiber vê yekê dibînin.