Serhildêrên Sûrî îro Şemiyê got golçiyê footbolê yê ku bû nîşaneke serhildêran li dijî serokê Sûriyê Beşar Esed di şerekî dijî hêzên hikûmetê de hate kuştin.
Ebdulbasit Sarût ê 27 salî, wek lîstikvanekî footbolê li bajarê xwe Hema hate naskirin, niwêneratiya welatê xwe kir û xelatên navnetwî wergirtin.
Dema xwepêşandanên aştiyane di sala 2011ê de dijî Esed destpêkir, Sarût bi durişm û stranan serkirdayetiya xwepêşandanan dikir û wek “dengbêjê şoreşê” hate naskirin.
Piştî ku xwepêşandanên aştiyane bûn rûberûbûneke leşkerî, Sarût çek rakir û serkirdayetiya yekîneyeke leşkerî kir.
Hikûmetê Sarût wek xayînekî ragihand , footbolê lê qedexe kir û xelatek diyar kir ji bo her kesê ku agahiyan li dor wî dabîn bike.
Peyvdarê gurûpa Ceyş el-Izza Mistefa Maaratî got Sarût piştî du rojan ji birîndarbûnê di şerê parêzgeha Hema de jiyana xwe jidest da.
Maaratî got ew di ling û zik û destê xwe de birîndar bibû û li nexweşxaneyeke Tirkiyê mir.