Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Riyad Dîrar Agahîyên Serdanan MSDê bo Dîmeşqê Dide


Di hevpeyîvînek taybet de ya Dengê amarîka li gel hevserokê MSD û yek ji endamê şandeya MSD ji bo şamê Rîyad Dîrar agahîyên giring ser serdana şandeya MSD ya ku roja înê vegerîya Qamişloyê.

Hevserokê MSD ji Dengê Amarîka re ragihand ku hevdîtin ser daxwaza rêjîma sûrî bû.

Ji dema ragihandina serdana şandeya MSD ji bo Dîmeşqê hin agahî hatin belavkirin ku wê deverên jêr rêveberîya kurdan û hevalên wan de were radestkitin ji bo rêjîma sûrî

Dîrar ev agahî ret kir, got em devêrên bakûrê sûrîyê radestî ti alîyekî nak in.

Di berdewamîya hevpeyvîna xwe de, Dîrar da zanîn ku serwerîya Sûriyê divabe were parastin û her wiha tekez kir ku Rêjîm divê bê guhertin û şêweyek din a rêjîmê cihê xwe bigre.

Hêjaya gotinê ye ku MSD baskê HSD yê sîyasî ye, ku nêzî 30 % ji xaka sûrî di bin rêveberîya wê de ye, ev cara yekemîne ku şandeyek paybilind ji MSD serdana şamê dike bi mebesta pêkanîna hevdîtinan bi rêjîma sûrî re.

ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raportê fayla deng veke

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00

XS
SM
MD
LG