Hejmara kuştîyên sivîl li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li bajarê Helebê yê Sûrîyê îro Çarşemê gihîşte heft kesan, li gor ragihandina herî dawî ya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn li Helebê (Asayîş).
Di encama topbarana li ser herdu taxên Kurdan de ji alîyê hêzên ser bi hikûmeta Sûrî ya veguhêz ve 54 kes jî birîndar bûne, li gor daxuyanîya Asayîşê. Di nav birîndaran de jin û zarok jî hene.
Êrîşên hêzên ser bi hikûmetê ve roja Sêşemê destpê kir û di encamê de bi hezaran welatîyên sivîl neçar man ku ji herdu taxên Kurdan derkevin.
Artêşa Sûrîyê roja Çarşemê Şêx Meqsûd û Eşrefîyê wekî armancên leşkerî destnîşan kirin û metirsî heye ku operasyoneke berfireh li deverê pêk were.
Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) dibêje komên ser bi artêşa Sûrîyê bi van êrîşan rêkeftina di navbera herdu alîyan de binpê dikin. Hikûmeta Sûrîyê jî HDS’ê bi destpêkirina şerê li Helebê tawanbar dike.
Bûyerên li Şêx Meqsûd û Eşrefîyê bûne sedema şermezarkirin û hişyarîkirinê ji gelek alîyan ve. Şandera Brîtanya bo Sûrîyê Ann Snow banga rawestandina demûdest a şer û parastina sivîlan kir.
Serokê Partîya Demokrat a Kudistanê Mesûd Barzanî jî di peyamekê de hişyarî da ku “metirsîya qirkirina Kurdan li Helebê heye.” Barzanî bang li hikûmeta Sûrîyê û HSD’ê kir ku rêka dîyalogê hilbijêrin.
Di 1’ê Nîsana 2025’an de HSD û Şamê gihîştin rêkeftinekê ku herdu taxên Kurdan di destên hêzên ewlekarîya hundirîn de bimînin, ligel rêvebirina hevbeş a xalên kontrolê. Ew jî beşek bû ji rêkeftina 10’ê Adarê ya di navbera herdu alîyan de.
Ji sala 2012’an ve Şêx Meqsûd û Eşrefîyê li jêr kontrola hêzên Kurdan in, lê ji dema ketina rejîma Beşar el Esed di dawîya 2024’an ve çend caran alozî û pevçûn li wir qewimîne.