Tevî ragihandina vekêşana Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ji rojhilatê Helebê, êrîş û pevçûn îro Şemîyê li çend deveran di navbera HSDê û hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve de berdewam dikin.
Navenda Ragihanda HSD'ê di daxuyanîyekê de got ku "li gor rêkeftina ku bi sponserîyeke navnetewî hatiye îmzekirin, biryar bû hêzên hikûmeta Şamê derbasî bajarên Dêr Hafir û Meskenê li rojhilatê Helebê bibin piştî ku hêzên me prosesa vekêşanê bidawî bikin."
"Lê belê Şamê xalên rêkeftinê binpê kir û derbasî herdu bajaran bû berî ku vekêşana şervanên me temam bibe. Vê yekê rewşeke zêde metirsîdar çêkir ku derencamên wê jî dê metirsîdar bin," daxuyanîya HSD'ê da zanîn.
HSD'ê bang li hêzên navnetewî kir ku demûdest destêwerdanê bikin ji bo misogerkirina bicihanîna rêkeftinê.
Fermandarê giştî yê HSD Mezlûm Ebdî roja Înê ragihand ku wekî gaveke niyazpakîyê û li ser bang navbeynkar û welatên dost, ew hêzên xwe ji rojhilatê Helebê vedikêşin. Ebdî got ku hêzên wan ber bi rojhilatê çemê Feratê ve diçin.
HSD di daxuyanîyeke din de îro Şemîyê ragihand ku hîn jî hejmareke şervanên wan li Dêr Hafir û Meskenê dorpêçkirî ne, tevî ku 48 demjimêr hatibûn destnîşankirin ji bo vekêşana wan ji herdu bajaran.
Artêşa Sûrîyê di daxuyanîyekê de devera rojavayê Feratê wekî devereke leşkerî ragihand. Artêşê herwiha got ku di encama pevçûnên di navbera herdu alîyan de du leşkerên Sûrî hatin kuştin û du jî birîndar bûn.