Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Biryara Rêveberîya Xweser Ya Dadgehkirina 10,000 Girtîyên DAIŞê


Rêvebirîya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja şemiyê biryar da ku li gorî qanûnên navdewletî û herêmî yên girêdayî terorê dest bi darizandina girtîyên Daişê yên biyanî bike.

Ev biryar di daxuyaniyekê de hat ku li ser rûpela fermî ya Rêvebirîya Xweser li ser Facebookê hatiye belavkirin. Li gorî daxuyanîyê, dê ev darizandin bi dadgehkirinên “eşkere, dadmend û zelal” pêk werin, bi awayekî ku mafên dozger, qurbanî û endamên malbatên wan biparêzin.

Ji dema ku DAIŞ bi awayekî leşkerî di Adara 2019an de hatiye têkşikandin, bi hezaran endamên wê rêxistina tundrê di zindanên Rêvebirîya Xweser de cih digirin.

Rêvebirîya xweser di daxuyanîya xwe de sedema vê birîyarê bi bêdengîya civaka navnetewî ve girêda da, jiber ku Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) û Rêvebirîya Xweser bi berdewamî banga damezrandina dadgeheke navnetweyî jibo girtîyên DAIŞ’ê yên biyanî li nav axa Sûrîyê dikir.

Biryara Rêvebirîya Xweser piştî civîna wezîrên derve yên koalisyona dijî DAIŞ li Rîyada paytexta Erebistana Saudî hat.

Berpirsê ragihanidna Yekîneyên Parastina Gel (YPG), ku hêza sereke ya HSD’ê ye, rexne li koalisyonê kir derbarê nebaşdarbûna HSDê û ne nîqaşkirina pirsa dadgehkirina girtîyên DAIŞ’ê

"Divê nûnerê me di civînên navnetewî yên derbarê şerê DAIŞê amade bin," Siyamend Elî, berpirsê ragihandina YPG, ji Dengê Amerîka re got.

Amarên girtîyên DAIŞ yên biyanî

Hejmara endamên DAIŞ yên biyanî di girtîgehên Rêvebirîya Xweser de nêzîkî 10,000 girtî ne, ji bilî hebûna bi deh hezaran endamên malbatên wan, ku piraniya wan zarok û jin in û li kampên Roj û Hol dimînin.

Gitîyên DAIŞ yên biyanî ji 60 welatî ne û piranîya wan welatîyên Îraqî ne.

Girtî li hejmareke zindanên jêr kontrola HSD’ê û Rêvebirîya xweser dimînin ku hinek ji wan rastî êrîşên çekdarên DAIŞ’ê bi mebesta rizgarkirina wan hatine.

Dadgeh dê li Kobanîyê be

Jêderekî Rêvebirîya Xweser ji Dengê Amerîka re eşkere kir ku dê ew dadgeh li bajarê Kobanîyê be.

Li gorî heman jêderî, bijartina Kobanîyê ji bo dadgehkirina endamên DAIŞ yên biyanî ji ber ku bajarekî sembolîk e ku têkçûna rêxistina terorî ji wir destpê kir û li Baxoza Dêra Zorê bidawî hat.

Pirsgirêk û astengî

Çavdêr dibêjin ku ewê gelek astengîyên teknîkî û zagonî li pêş lidarxistina vê dadeghê hebin. Di serê van astengîyan de jî hemahengîya ligel civaka navnetweyî derbarê dose û belgeyên wan girtîyên ku ji 60 welatî hatine.

Emced Kurdo, çavdêrê ku çalakîyên rêxistina DAIŞê li Sûrîyê dişopîne, dibêje ku zemîna zagonî li herêmê divê were avakirin. Ew herwiha dibêje ku divê asta dadweran û şêweyên darizandinê mîna çavkanî û lîsteyên tawanan jibo her girtîyekî bi awayekî rêkûpêk werin amade kirin.

“Ev gaveke baş e, lê divê civaka navnetewî alîkar be," Kurdo ji Dengê Amerîka re dîyar kir.

Ji dema têkçûna DAIŞ ya leşkerî ve, bangên HSDê û Rêvebirîya Xweser jibo yan dadgehkirin yan jî derxistina van girtîyên DAIŞ yên biyanî berdewam kirine. Lê kêm welatan xelkên xwe ji bakur û rojhilatê Sûrîyê derxistine.

Bingeha biryara darizandina van girtîyan li hundirê Sûrîyê jî ew e ku van bergumanan tawan li dijî xelkê Sûrîyê li ser axa Sûrîyê hatine kirin.

Pispor dibêjin serkeftina vê dadgehkirinê li ser wê yekê dimîne heta kîjan radeyê civaka navnetewî dê vê gavê qebûl bike.

XS
SM
MD
LG