Nûnerên hikûmet û hejmareke partîyên opozîsyona Tirkîyê pêşwazî li hilweşandina Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) kirin.
Lê di daxuyanîyên wan de, ser cîbicîhkirina hilweşîn, mafên Kurdan û pergala siyasî ya Sûrîyê ya siberojê bendewarîyên cuda derketin pêş.
Fermandarê HSD’ê Mazlûm Ebdî Sêşemê ragihand ku piştî entegrasyona hêzên wê bi artêşa Sûrîyê re, wek hêzeke leşkerî ya serbixwe erkê HSD’ê bidawî bûye.
HSD di şerê dijî koma terorîst DAIŞ'ê de hevkara sereke ya Amerîkayê bû.
Piştî ragihandina hilweşîna HSD’ê, Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan do Çarşemê li Mûşê di daxuyanîya xwe ya yekê de rasterast behsa wê pêşketina li Sûrîyê nekir, lê wiha got:
“Li herêma me dîrok jinûve tê nivîsandin. Bila dost û dijmin her kes bizane ku Tirkîye rê didê dîrokê û êdî ti kes nikare pêşîyê li vê yekê bigire.”
Wezîrê Derve yê Tirkîyê Hakan Fîdan ragihandina hilweşîna HSD’ê wek pêşketineke erênî nirxand, lê destnîşan kir ku Enqere wê çavdêrîyê bike ka biryar li ser erdê tê cibicîh kirin yan na.
Fîdan Çarşemê got ku hilweşandina hezên HSD'ê dikare peywendîyên di navbera civakên Kurd û Ereb ên Sûrîyê de xurt bike, hevdem nasnameya Kurdan were parastin û yekîtî, serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê were ewlekirin.
“Daxuyanîya ku li Şamê hat dayîn di warê nivîsê ve erênî ye, eger li qadê jî wekî ku hatiye ragihandin were cîbicîh kirin, ewê gelekî erênî be,” wî got.
Wezareta Berevanîyê ya Tirkîyê jî got ku ev pêşketin wê serwerî û yekparçeyîya axa Sûrîyê xurt bike û prensîpa “yek dewlet, yek artêş” pêşve bixe.
Wezaretê herwiha ragihand ku artêşa Tirkîyê, di çarçoveya peymana hevkarîya leşkerî ya Enqere û Şamê de, ewê piştgirîya xurtkirina şiyanên artêşa Sûrîyê, bi taybetî di warê têkoşîna dijî terorê de, bidomîne.
Berdevkê Partîya Dad û Geşepêdanê (AK Partî) ya desthilatdar, Omer Çelîk, hilweşîna HSDê jibo xurtkirina yekîtîya navxweyî ya Sûrîyê wek “asteke girîng” pênase kir.
Serokê Ragihandinê yê Serokatîyê Burhanettin Duran jî got ku ev pêşketin ewê desthilatdarîya dewletê li tevahîya Sûrîyê xurt bike û komên civakî yên cuda li ser bingehee siyasî ya hevpar bîne ba hev.
Duran bang li rêvebirîya Sûrîyê kir ku gavên xwe yên li ser bingeha tevlîbûna cîyawazîyê bidomîne. Wî got ku ev yek jibo avakirina aramîyeke mayînde girîng e.
Duran hilweşîna HSD’ê bi dîtina Enqere ya “Tirkîya bê teror” û “herêma bê teror” ve girêda.
“Nêrîna Tirkîyê ya "Tirkîyeke bê teror" û "Herêmek bê teror" jî di asta herêmî de derbirîna vê têgihîştinê ye,” wî got.
Hin nûnerên opezîsyonê jî pêşwazîya ragihandina HSD’ê kirin, lê hevdem bal kişand ser girîngîya veguhestina siyasî ya Sûrîyê.
Cîgirê Serokê Koma Parlamentoyê ya Partîya Nû (Yenî Partî) Murat Emîr, hilweşîn û entegrasyona HSD’ê wek nîşana hêvîyê nirxand ku dikare serdema dirêj ya pevçûnê li Sûrîyê bidawî bike.
Emîr bang kir ku yekparçeyîya axa Sûrîyê û jiyana aştîyane ya hemû civakên welêt were parastin.
Wî got ku hikşmeta demkî ya Sûrîye divê dest bi amadekirina destûreke berfireh û tevlîkar bike, rêvebirîyeke girêdayê nirxên demokratîk ava bike û hilbijartinên azad û demokratîk lidar bixe.
Hevserokê Partîya Wekhevî û Demokrasîya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan jî piştgirî da peymanê û ew wek gaveke ku dikare rê li ber naskirin û azadîya Kurdên Sûrîyê veke binav kir.
Bakirhan got ku divê Kurd ne tenê li herêmên ku piranîya wan Kurd in, lê di rêvebirîya tevahîya Sûrîyê de jî xwedî rol bin.
Wî herwiha bang kir ku ji bo perwerdehîya bi zimanê Kurdî, welatîbûna wekhev û parastina mafên Kurd, Ereb, Durzî, Elewî û pêkhateyên din yên Sûrîyê gavên pewîst werin avêtin.