Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berpirsên HSDê: Çavê Me li Efrînê Ye, Ne li Îdlibê


Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku YPG hêza wê ya sereke ye radigîne ku ew li kêleka rêjîmê tevlî şerê Îdlibê nabin.

Herwisa YPG, HSD û nûnera wê ya siyasî dibîjin ku çavê wan li Efrînê ye, ne li Îdlibê ye.

Berdevkê YPG Nûrî Mahmud got ew hemû hêza xwe jib o du armancan hazir dikin, yek jib o şerê li dijî terora DAIŞê, ya din jî jibo Efrînê.

Mahmud da zanîn ku hêza wan rojane derbeyan li artêşa Tirkî û çekdarên wê li Efrînê dixin.

Kîno Gabrîl berdevkê HSD'ê di preskonfiransekêl de got çavê wan li Efrînê ye, ne li Îdlibê ye.

Berdevkê MSD'ê Emced Osman ji got ew weke nûnera sîyasî ya HSD''ê biryara wê ya sîyasî tune ye ku beşdarî şerê Îdlibê bibin.

Hêjaye gotinê ye ku herêma Îdlibê dibe armanca bombebarana balafirên Rûsî û rejîma Sûrî.

Ji bo guhdarîkirina li dirêjiya raporetê fayla deng veke

Raporta Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:05 0:00

XS
SM
MD
LG