Hêza Enîya Kurdan ku beşek ji Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, bi merasîmekê foca leşgerî ya yekê li Kantona Şehba di bin navê foca Şehîd Rustem Ekrad de Ragihand.
Merasîman bi toraneke leşgerî destpê kir, toran ji alîyê şervanên tevlî foca yekê bûne ve hate pêşkêş kirin.
Piştre yek ji fermandarên Hêza Enîya Kurdan Ciwan Ebo Hemze axifî û ragihandina foca yekê li gelên Şehba, Rojava û Bakurê Sûrîyê pîroz kir.
Ebo Hemze got: "Foca Şehîd Ruset Ekrad dê bibe parêzvanên hemû gelên Rojava û Bakurê Sûrîyê, çi Kurd, Ereb, Turkmen Siryan".
Hêjayê gotinê ye ku foca Şehîd Rustem Ekrad 236 şervanan digre nav xwe, şervan dê 45 rojan li akademiya Şehîd Ala Çebo perwerdeya leşgerî û birdozî bibînin.
Şehîd Rstem Ekrad ku foca leşgerî bi navê wî hatîye binav kirin, yek ji fermandar û damezrênerên Enîya Kurdan di sala 2013'an de bû, û di sala 2016'an de di şerê dijî DAIŞ'ê li Kantona Şehba jîyana xwe ji dest dabû.