Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Suwêdayê Xwepêşandanên Dijî Hikûmeta Sûrî Didomin


Nexşeya Sûrîyê.
Nexşeya Sûrîyê.

Di rojên dawî de asta xwepêşandanên dijî hikûmetê li bajarê Suwêdayê yê başûrê Sûrîyê zêde bûye, wekî protesto hember têkçûna rewşa aborî li parêzgeha ku piranîya rûniştvanên wê Durzî ne.

Xwepêşandanên ku bi sloganên başkirina rewşa aborî li parêzgehê destpê kir, bi lez gihiştin bangên dijî rejîma Serokê Sûrî Beşar el Esad.

Hikûmeta Sûrî vê dawîyê biryar da ku nema di hinek warên aborî de piştgirîya diravî bide Suwêdayê ku di nava wan de betalkirina karanîna "kerta zîrek" ya piştgirîyê heye.

Çavdêr dibêjin ku bingeha van xwepêşandanan aborî ye, lê alîyê wan yê sîyasî jî heye.

“Hejmara xwepêşanderan zêdetir dibe, bi taybet jî li deverên ortê Suwêdayê, ” rojnamevan Reyan Merûf, berpirsê malpera Suwêda24 ji kanala Alhurra re got.

“Xwepêşander pankartên banga avakirina welatekî bo hemû Sûrîyan hildigirin, hinek jî daxwaza cîhanîna biryara 2254’an dikin,” wî da zanîn.

Biryara 2254’an di sala 2015’an de ji alîyê Civata Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî ve hatibû dayîn ku banga veguhestineke sîyasî li Sûrîyê dike.

Malpera Suwêda24 ragihand ku xwepêşandanên dijî hikûmetê bi kêmî ve li heşt deverên parêzgehê qewimîn. Malperê herwiha da zanîn ku gelek rêberên olî yên Durzî jî yan beşdarî çalakîyên protestoyan bûne yan jî piştgirîya xwe bo daxwazên xwepêşanderan dane.

Hinek jêder dibêjin ku walîyê Suwêdayê yê ser bi hikûmetê bi armanca aramkirina rewşê peywendî ligel hinek rêberên xwecîhî û olî yên Durzî kiriye.

Ji destpêka şerê Sûrîyê ya sala 2011an vir ve, Suwêda bi giştî wek bingeheke rejîma Sûrî dihate dîtin ku gelê wê bi giranî piştgirîya rejîmê kiriye.

Lê, hin pispor didin zanîn ku ew piştgirî bêtir wekî bersîv bû bo tirsa ji grûpên tundrê yên opozisyonê, lê niha Durzî û pêkhatîyên din yên Suwêdayê êdî tiştên nû ji hikûmeta Sûrî çaverê dikin.

Ramî Zênedîn, şîrovekarekî sîyasî ye, ku bi xwe ji Suwêdeyê ye. Ew dibêje ku jiber şerê li seranserê Sûrîyê, bi taybet li başûrê welêt hema nema, rûniştvanên Suwêdayê êdî nema bahaneyên hikûmetê qebûl dikin.

“Jibo krîza aborî ti çareserî li Sûrîyê cem rejîmê tuneye jiber vê jî rejîm nikare daxwazên gel bi cîh bîne.”

Zênedîn pêşbînî kir ku dibe ku asta xwepêşandinan zêdetir bibe, lê ew ne geşbîn e ku bi giştî ti encamên berçav peyda bin.

“Li gor rewşa ku Sûrîyê bi tevahî gihiştîye, xuya dike ku ev xwepêşandanên Suwêdayê wê negihêje wê asta ku guhertineke mezin bi xwe re bîne. Xelk heta radeyekê dikarin protestoyan bidomînin, lê ew ser jîyan û çarenivîsa xwe jî ditirsin,” wî got.

Hêjayî balkişandinê ye ku rejîma Sûrî heta niha ti daxuyanî derbarê van xwepêşandinan nedaye bîragiştî.

XS
SM
MD
LG