Wezareta berevaniya Tirkiyê û karmendên tengaviyan got di encama teqînekê de li bakurê rojhilatê Sûriyê, îro Yekşemê 8 kes hatin kuştin.
Wezaretê hêzên Yekîneyên Parastina Gel YPG tawanbar kirin û got teqîn li başûrê rojhilatê Girê Spî bû.
Gundê Silûk ê ku teqîn lê bû, ew dora 10 kîlometir li başûrê sînor e.
Karmendekî tengaviyan got teqîn bi riya erebeyek bumbekirî bû li derveyî firneyekê.
Hêzên Tirkiyê û alîgirên wan ên opozisyona Sûriyê meha borî bajarê Girê Spî kontrol kir, di çarçoweya operasyona leşkerî ya Tirkiyê de.
Tirkiyê rastî rexneyên navnetewî dibe li dor vê operasyonê û metirsî ji aliyê gelek aliyan ve hene ku piştî vê operasyonê, rêxistina Dewleta Îslamî Daiş careke din xwe bide ser hev û bihêz bibe.