Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêst û Helwest: Sûriyê di Navbera Kongirên Navnetewî de


Şanderê Rûsya bo Sûriyê Alexander Lavrentiyev doh Duşemê li Astana got welatê wî darxistina axaftinên di navbera aliyên Sûrî de li nava Sûriyê dide berçavan.

Di demekê de ku ajansa nûçeyan a Rûsî dibêje renge kombûna bi navê “Kongira Niştimanî ya Diyalogê” di nîva meha 11an de li bajarê Sûşî yê Rûsî bê lidarxistin, nivîsîngeha şanderê Neteweyên Yekgirtî Staffan de Mistura got axaftinên Cinêvê biryar e roja 28 vê mehê bêne li darxiztin.

Ev kongir dikare çi guhertinê li ser erdê bike ku yên berê nikaribûn?

Gelo Rûsya ku rola wê berbiçav e di Sûriyê çi pilan hene di pişt van axaftinan de?

Çarenûsa Cinêvê dê çibe û Neteweyên Yekgirtî çawa dikare bi encamên van axaftinan re bide û bistîne?

Bernameya Hest û Helwest van pirsan û hin pirsên din li gel du mêvanan gotûbêj dike: Nivîskar Qado Şêrîn ku li Holenda dimîne û nivîskar Kawa Şêxê ku li Almanya dimîne.

Ji bo guhdarîkirina li bernameyê faylê deng veke

Hest û Helwest 31_10_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:29:23 0:00

XS
SM
MD
LG