Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferîd Sedûn: Wê Tirkîyê bi Her Awayî Destwerdanê di Sûriyê de Bike û Devera Ewleh Durist Bike


Tirkiyê daxwaz kiriye ku deverek eweleh li bakûrê Sûriyê li devera rojhilatî Firatê av bike bi dûrbûna 32 KM di xaka Sûriyê de, û çav li riya biryara Amerîka ye ji bo hevkariyê, lê desthilata kurdî li bakûrê Sûriyê li dijî vê daxwazê ye û ew bi duristkirina deverek ewleh re ye ger di bin desthilata hêzên navnetewî de be.

Di derbarê vê kêşeyê de, Dengê Amerîka hevpeyvînek bi nivîskar û lêkolîner Dr. Ferîd Sedûn re kir, ku li Qamişlo dijî.

Di serî de Dr. Ferîd anî ziman, ku Tirkiyê xwe mafdar dibîne ji bo destwerdanê wê di xaka Sûriyê de, ya dinjî xebatên wê yên bê hempa ji bo pûçkirina desthilata kurdî li bakûrê Sûriyê ye.

Bo helwesta Amerîka di derbarî daxwaza Tirkiyê de û pêwendiyên wê bi hêzên kurdî li Sûriyê ,Dr. Ferîd dibêje:" Amerîka tu soz nedaye hêzên kurdî ku wê wan biparêze li êrîşên Tirkiyê, lê di heman demê de jî naxwaze ku Tirkiyê kiryarên tund li dijî wan bike bi şêweyekî leşkerî. Ew li çareseriyek siyasî digere di nav herdû aliyan de."

Hevpeyvîna Ferîd Sedûn-8-3-2019-LA.wav
please wait

No media source currently available

0:00 0:12:10 0:00

XS
SM
MD
LG