Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rejîma Sûrî Bikaranîna Çekên Giran li Êrîşa Trêmse Red Dike


Rejîma Sûrî red dike ku hêzên hikûmetê bi çekên giran êrîşa serhildayan kiribûn, di şer û pevçûnekê de li gundê Trêmse li heftîya bihurî.

Peyvdarê wezareta derve ya Sûrî got ku tundûtûjîya gundê Trêmse ne komkujî bû, lê belê operasyoneke leşkerî bû li dijî çekdaran.

Peyvdarî got ku çekê herî giran ku di wê operasyonê de hatibû bikar anîn RPG bû. Wî got ku 39 kes li pevçûna roja Pêncşemê hatin kuştin, ku du ji wan sivîl bûn. Lê belê bizavkar dibêjin nêzîkî 150 kes li Trêmse hatin kuştin.

Peyvdara Neteweyên Yekbûyî Sausan Ghosheh dibêje ku we xuya dibe malên bizavkar û leşkerên veqetîyayî li wî gundî rastî êrîşan hatin.
XS
SM
MD
LG