Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Navçeya Tiltemirê Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tê Topbarankirin


Roja 27ê mehê, bajarokê Zerganê û navçeya Şêrawa ya başûrê Efrînê ji aliyê topxaneyên Tirkiyê û çekdarên bi ser ve hatin topbarankirin.

Li gorî Navenda Ragihandina HSDê, topxaneyên artêşa Tirkiyê bajarokê Zerganê bi zêdetirî 320 fûzeyan armanc kir.

Bombebarana ku dora saetekê dom kir, bi çekên giran yên navenda bajêr armanc kir, û ziyanên madî gihiştin birca (mobile) û derdora avahiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn, di encamê de tora telefonê li deverê qut bû.

Di heman demê de artêşa Tirkiyê bi çekên giran gundên Tiltewîl, Eltewîla û Siker Elehmayir ên ku dikevin rojavayê navçeya Tiltemerê armanc kir.

Her wiha HSDê diyar kir ku navçeya Şêrawa û bajarokê Til Rifet bi zêdetirî 140 topên hawanê hatin bombebarankirin û di encamê de ziyanên madî hebûn.

Li aliyekî din Hêzên Sûriya Demokratîk bang li aliyên Nvdewletî yên garantor kir ku gavên berçav bavêjin derbarê rawstandina êrîşên Tirkiyê li ser herêmê, û ji saziyên mafê mirovan xweset tewanên artêşa Tirk lêkolîn bike û sûcdaran radestî dadgehên navdewletî bike.

Şopîner bawerdikin ku topbaranidna Artêşa Tirkiyê bi vê ritma giran hat piştî erêkirina encûmana ewlekarî ya niştîmanî ya Tirkîyê ji bo serokê wî welatî ku dest bi operasyonê bike.

Şopîner bawer dikin ku rênedana Amerîka ji êrîşeke bejahî pilana Tirkiyê li Rohjilatê Firatê guherî oprsyoneke topbarandinê. Ku ji roja Înê ve deverên ser xeta cûdekar ji Zerganê heya Eyîn Îsa li rastê topraneke tûnd ve tê.

Şopîner Hejar Elseyîd dibêje ku Daişê pir bihêz bûye, û çi êrîşeke Tirkiyê dê hemû hewlên koalisyon û HSD dijî Daişê têkbibe û aramîya deverên rizgarkirî têkbibe.

Li alîyekî din, li devera Amûdê ku bineyeke Rûsî lê heye, hêzên ewlekarîya hindrîn û hêzên polîsên leşkerî Rûsîyayê bi beşdarîya balafirên Rûsî roja Înê dewreyek li sernaserî sînorê bi Turkî re gerandin.

Her wisa hat zanîn ku tevgera balafirên şer li ser ezmanê Reqa û Tepqa û kobanîyê berdewam e. li gorî HSD ku balafir yên hevlabendan e, bêyî ku bi destnîşan bike, û bi armanca paratina ewleheyî û çavdêrîya egera tevegerên Şaneyên Daişê.

Hêjayî gotinê ye ku berdevkê HSDê ji Dengê Amerîka di hevpeyvîneke taybet de tekez kiribû ku ew binpêkirin û êrîşên Tirkiyê li ser deverê bi hêzên navdewletî re gotûbêj dikin û hewl didin ku mekanîzmeke hevbeş ji bo rawestîna êrîş û gefan, peyda bikin.

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:05 0:00

XS
SM
MD
LG