Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sih Partî Li Dor Gefên Tirkiyê Banga Civaka Navnetewî Dikin


Syrian Kurds
Syrian Kurds

Sih partiyên siyasî li Qamişloyê helwesta xwe di derbarê gefên Tirkiyê di konferanseke rojnamevanî de nîşan da.

Îro 4ê mehê li bajarê Qamîşlo 30 Partî û rêxistinên siyasî yên di jêr banê Rêveberiya Xweser de kar dikin pirsekonferansek li dar xist.

Di komcivîna çapemeniyê de li ser navê aliyên beşdar daxuyaniyek hate xwendin.

Di daxwiyaniyê de hate gotin ku "Dewleta Tirkiyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve, ji bo pêşî li avakrina îradeya gel a li herêmê bigire, ji nû ve avakirina Împaratoriya Osmanî, ji nû ve kontrolkirina paşeroj û çarenûsa gelan û berfirehkirina nêzîkatiyên xwe yên dagirkeriyê dimeşîne".

Endama kordînasyona Meclîsa Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Asya Ebdullah dibêje operasiyona Tirkiyê dê bandorê li ser rewşa deverê bigiştî bike.

Wê got,”Êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser herêmên Rêveberiya Xweser di asta binpêkirinên mafên mirovan de ne, her roj niştecihên vê deverê ji ber van êrîşan têne kuştin .

Di kongireya çapemeniyê de beşdaran bang li hêzên gerantor û civaka nevdewletî kirin ku berpirsiyar bin di derbarê êrîş û gefên Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrîyê.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/ Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:17 0:00

XS
SM
MD
LG