Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Hikûmeta Sûrî Li Dijî Gefên Tirkîyê Helwest Nîşan Dan


Şênîyên herêma Şehba ji pêkhateya Ereb xwepêşandanek li dijî gefên Tirkîyê li ser deverê, li dar xistin.

Di xwepêşandanê de ku li bajarê Til Rifet pêk hat, alên Sûrî hatin hildan û beşdaran, ku piranîya wan alîgirên hikûmeta Sûrî bûn, gefên Tirkîyê şermezar kirin, piştevanîya xwe ji artêşa Sûrîyê re anîn ziman û xwestin ku gerantorê Rûsî li hember gefan bêdeng nemîne.

Elî Mehmeûd ku ji rûspîyên êlên Ereb e got:

“Em îro hatine helwesta xwe nîşan bidin, em gefên Tirkîyê li dijî herêma Şehba red dikin, ew rojane herêmê topbaran dike û sivîlan dike armanc, em ji Rûsya dixwazin sînorekî ji Tirkîyê re deyne”.

Xwepêşanderê bi navê Îbrahîm el-Elî jî xwest ku Rûsya bêdeng nemîne û got:

“Em ji Rûsya dixwazin ku bendekî ji Tirkîyê re deyne, herwiha em bang li civaka navdewletî dikin êrîşên li dijî axa me rawestînin û dagîrkerîya Tirkîyê ji erdê Sûrîyê derxînin”.

Her di vê derbarê de û hemwextî xwepêşandanê, liv û tevgera artêşa Sûrî û milîsên bi ser Îranê ve li deverê zêde bûye.

Jêderên agahdar ji Dengê Amerîka re eşkere kirin ku: “Sewqiyeta leşkerî li deverê heye, artêşa Sûrî hezeke zêde şandiye beryên li hember deverên li jêr kontrola Tirkîyê de li gundewarên Efrîn, Bab û Ezazê, ku di nav de tank, çekên giran û erebeyên zirxî hene”.

Ev yek di demekê de tê ku balafirên Rûsî yên şer û dronz li asîmanê deverê rojane digerin, hefteya borî nêzî xaleke Tirkî bombebaran kiribûn, herwiha çekdarên bi ser Tirkîyê ve berî du rojan droneke Rûsî li gundekî Ezazê xistibûn xwarê.

Ev pêşhateyên borî li herêma Şehba di demekê de ne ku, Tirkîyê gef xwaribû ewê operasyoneke leşkerî li dijî deverê pêk bîne, loma şîrovekar liv û tevgera artêşa Sûrî di wê çarçovayê de dibînin ku, ne tenê rê li ber êrşîa Tirkî digire, lê pêkane ew bixwaze hin deveran ji destê Tirkîyê bi piştevanîya Rûsya derxe.

Tê zanîn ku li herêma Şehba hêzên cuda hene, ne tenê hêzên Kurdî anku, Hêzên Rizgarîya Efrînê, lê artêşa hikûmeta Sûrî û milîsên bi ser Îranê ve jî, herwiha çend navendên lêşkerî yên Rûsî jî hene.

Raporta Deng/ Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:45 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG