Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Dibêje Nexşerêyek Ji Bo Sererastkirina Peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê Didome


Wezîrên derve yên Îran, Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê
Wezîrên derve yên Îran, Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê

Rûsyayê roja Çarşemê got ku nexşerêyek ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dê piştî civîna wezîrên derve yên wan li Moskoyê were amadekirin.

Pêştir roja Çarşemê wezîrên derve yên Tirkiyê û Sûriyê yekemîn civîna xwe ya fermî ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve berî zêdetirî deh salan li dar xistibûn.

Di hevdîtinên li paytexta Rûsyayê de, dîplomatên payebilind ên Rûsya û Îranê jî beşdar bûn.

Mosko di daxuyaniyekê de ragihand, wezîran li hev kirin ku bi hevrêziya wezîrên berevaniyê û xizmetên ewlehiyê yên her çar welatan re "nexşeya rê" ji bo pêşvebirina peywendiyên di navbera Tirkiye û Sûriyê de li hev bikin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê herwiha got: "Wezîran bal kişand ser atmosfera erênî û avaker a nerînan û li ser berdewamkirina peywendiyên di asta bilind de li hev kirin."

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku ew pêşniyar dikarin paşê ji rêberên Îran, Rûsya, Sûriyê û Tirkiyê re bêne pêşkêşkirin.

Lavrov di civînê de got, "Erka me ew e ku em pîvanên giştî ji bo pêşketinên zêdetir diyar bikin."

Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir-Abdollahian ragihand ku Tehran bixêrhatina destpêkirina danûstandinên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de dike.

"Em bi pir bawer in ku ev her du welat dikarin paşerojê li paş xwe bihêlin û bi nihêrîna pêşerojê pirsgirêkên xwe yên dualî bi diyalog û kûrkirina hevkariyê li ser bingeha cîrantiya baş çareser bikin."

Wî bal kişand ser "pêvajoya di sîstema cîhanê de" û "kêmbûna hêza Amerîkî".

Di meha Nîsanê de, Mosko jî mêvandariya hevdîtinên çaralî yên ku wezîrên berevaniyê yên welatan tê de beşdar bûn, kir.

Tirkiyê piştgirî da hewildanên opozisyonê yên destpêkê yên rûxandina serokê Sûrî Beşar el-Esed û hebûna wê ya leşkerî li deverên bakurê wî welatî Şamê hêrs dike.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi hevrikên berê yên li seranserê herêmê re rû bi rû maye û niha li benda civîna serokatiyê ya bi Esed re ye.

Navbeynkariya Kremlînê dê bandorek dîplomatîk bide Serok Vladimir Putin bi Rûsyayê re ku li qada navneteweyî ji ber êrîşa Moskoyê ya li Ukraynayê îzole ye.

Şam hevalbendeke domdar a Moskoyê ye, ku di sala 2015an de destwerdana şerê navxweyî kir û ji bo piştgirîkirina hêzên şerker ên hikûmetê dest bi êrîşên asmanî kir.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG