Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 12,3 Milyon Zarokên Sûrî Pêdivîyê Alîkariyê Ne


Neteweyên Yekgirtî ewro roja Yekşemê hişyarî da ku zarokên Sûrîyê ji her demê zêdetir pêwîst in jiber ku rewşa wan ya darayî "kêm dibe.

Sazîya zarokan ya Neteweyên Yekgirtî di daxuyaniyekê de got "Zarokên Sûriyê demeke dirêj e êş û zehmetîyan dikşînin û divê êdî êş û zehmetîyan nekişînin,", û bal kişand ku 12.3 milyon zarok hem li hundirê welatî û hem jî li herêmên berfireh ya ku ew reviyane pêdivîyê alîkariyê ne.

Wê herwiha got "Zêdetirî 6.5 milyon zarok li Sûriyê pêdivîyê alîkariyê ne, ev hejmara herî bilind e ku ji destpêka krîzê êreve, pirtirî 11 salan hatiye tomarkirin".

Tê texmînkirin ku şerê Sûriyê nêzîkî nîv milyon kes kuştine û bi milyonan kes jî aware bûne ji dema ku ew bi tepeserkirina hovane ya xwenîşandanên dijî hikûmetê di sala 2011an de dest pê kir. Şer mezin bû û hêzên biyanî û cîhadîstên cîhanê kêşa nav xwe.

Berpirsa UNICEFê ya Rojhilata Navîn Adele Khodr got: “Pêdiviya zarokan hem li hundirê Sûriyê û hem jî li welatên cîran zêde dibin.

"Gelek malbat têdikoşin ku debara xwe bikin. Bihayên pêwistîyên bingehîn û xwarinê zêde dibin, hinekî jî ji ber krîza li Ukraynayê."

XS
SM
MD
LG