Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Bang li Şanderê Nû yê NY Dike ku Ne Wek Şanderê Berê be


Sûriyê dibêje ewê hevrêziyê li gel şanderê nû yê Neteweyên Yekgirtî Geir Pederson bike eger ew xwe ji “şêwazên” şanderê berê dûr xe.

Pederson li şûna Staffan de Misutra hate binavkirin wek şanderê Neteweyên Yekgirtî ji bo Sûriyê.

De Mistura çar salan hewl da şerê Sûriyê bidawî bîne bêyî gihîştina çi encaman.

Rojnameya Al-Watan a girêdayî hikûmeta Sûrî îro Yekşemê ji ser zimanê cîgirê wezîrê derve yê Sûrî Feysel Miqdad ragihand ku wê Sûriyê hevrêziyê bike eger Pederson pêgirbe bi serweriya Sûriyê û “wek şanderê berê piştgiriya terorîstan neke.”

De Mistura gelek kombûnên rasterast û ne rasterast di navbera hikûmet û opozisyona Sûrî de li dar xistin bi armanca dawîanînana şerê navxweyî yê welêt.

Wî vê dawiyê jî hewl da komîteke hevbeş ji hikûmet û opozisyonê damezrîne ji bo nivîsandina destûreka nû ji Sûriyê re, lê hikûmetê ew hewl wek destêwerdan di rewşa navxweyî ya Sûriyê de binav kir.

XS
SM
MD
LG