Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berhem Salih û Ehmed Şeri' Rewşa Penabrerên Sûrîyê Gotûbêj Kir

Îro Duşemê Berhem Salih, komîserê bilind ê Neteweyên Yekbûyî ji bo penaberan (UNHCR), li Şamê bi Serokê demkî yê Sûrîyê re civiya.

Dr. Berhem Salih li ser platforma X'ê got, "Îro li Şamê min bi Serok Ehmed Şer' re civînek pêk anî da ku em li ser zêdebûna hejmara Sûrîyên ku vedigerin ser mal û halên xwe û wan bi milyonan kesên ku heta niha koçber in, û piştgirîya pêwîst ji bo avakirina jiyanê piştî bi salan ji pevçûnan gotûbêj bikin. "

Salih her wiha amaje bi Sûrîyeke aram û ku hemûyan dihewîne kir û got: «Sûrîyeke aram bingeha geşepêdana berdewam e.

Salih got ku Sûrî bi biryar in ku welatê xwe ji nû ve ava bikin û divê civaka navneteweyî bi piştgirî, weberhênan û hevgirtinê berdewam vê îradeyê li hev bîne".

Ji alîyê xwe ve Serokê Sûrîyê Ehmed Şeri' got ku "di civînê de behsa rêbazên xurtkirina hevkarîyê di navbera Komara Erebî ya Sûrîyê û Komîserîya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ji bo Penaberan de hatiye kirin, ligel piştgirîya hewldanên têkildarî vegera dilxwazî û ewle ya penaberan, û projeyên derfetên jiyanê û vejîna zû."


This item is part of
XS
SM
MD
LG