Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Esper: Hêzên Amerîkî Diçine Zeviyên Niftê li Sûriyê


Wezîrê berevaniya Amerîka Mark Esper got dê Amerîka erebeyên leşkerî û hêzekê bişîne rojhilatê Sûriyê ji bo parastina zeviyên niftê.

Esper di konfiranseke rojnamevanî de li bingeha NATO ya Broksilê ev hêza nû wek hêzeke mîkanîkî anî ziman, ku diyar e dê bi erebeyên leşkerî be û renge tank jî li gel wê bin.

Hebûna vê hêzê dê hebûna leşkerî ya Amerîkî li Sûriyê ber bi aliyekî nû ve bibe, ku berê hêzên tabet bûn û tank û erebeyên leşkerî li gel wan nebûn.

Şandina vê hêzê li gel erebeyên leşkerî, bi renegekî ji rengan vegereke ji kêmkirina hêzên Amerîkî li Sûriyê ku piştî biryara serokê Amerîka Donald Trump dest pê kir.

Tevî ku Esper jimara vê hêzê ranegihand jî, lê renge ew bi sedan be, ji ber ku hebûna erebeyên leşkerî û tankan dê pêwîstî bi piştgiriya hêzeke leşkerî ya baş hebe.

Berpirsekî ku nexwest navê xwe diyar bike, ji ber ku hin berferehiyên pilanê hîn nehatinne erêkirin, got ku bijara şandina tankan renge were jinavbirin ji ber dijwariyên logistî wek veguhestina esmanî.

Ragihandina Esper tê di demekê de ku Trump hîn jî dibêje erka Amerîka li Sûriyê temam bûye, herçendî wî bi xwe jî berê gotibû ku ew amade ye alîkar be di parastina zeviyên niftê de li Sûriyê.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG