Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîyê ji bo Piştevanîya Reformên Darayî Spasîya Amerîkayê Kir

Syrian Finance Minister Mohammed Yisr Barnieh
Syrian Finance Minister Mohammed Yisr Barnieh

Wezareta Darayî ya Sûrîyê ragihand ku Wezîrê Darayî Mihemed Yêsir Birniye bi Alîkarê Wezîrê Xezîneya Amerîkayê yê ji bo Têkoşîna li Dijî Fînansekirina Terorê û Tawanên Darayî Jonathan Burke re, çend mijarên hevpar gotûbêj kirine.

Wê anî ziman ku , "di serî de mijara vegerandina Sûrîyê bo nava pergala darayî ya cîhanî û pêngavên hêsankirina tevlêbûna wê ya nû di nava pergala darayî ya navneteweyî de." hatiye gotûbêjkirina.

Ji alîyê xwe ve Wezîrê Darayî yê Sûrîyê Mihemed Yêsir Birniye li ser X'ê diyar kir ku têkilîya wan a berdewam bi Xezîneya Amerîkayê re armanc dike ku pêşîyên hevpar veguherîne encamên praktîkî, û spasîya piştgirîya berdewam a Amerîkayê ji bo reformên darayî yên Sûrîyê û vegerandina wê bo pergala darayî ya cîhanî kir.

Li gorî daxuyanîya Wezareta Darayî ya Sûrîyê ku îro Yekşemê li ser X'ê belav kir, herdu alîyan bi rêya vîdyokonferansê li ser rêyên xurtkirina hevkarîya teknîkî, avakirina şiyanan û rahênanê di navbera herdu wezaretan de (bi taybetî di warê darayîya giştî û sektora darayî de) axivîne.

Wezaretê her wiha diyar kir ku herdu alîyan behsa tedbîrên piştî rakirina hemû cezayên li ser Sûrîyê kirine, bi taybetî di ronahîya biryara Amerîkayê ya derxistina Sûrîyê ji lîsteya welatên ku piştgirîyê didin terorê, û berfirehkirina derfetên hevkarîyê bi sazîyên darayî yên Amerîkayê re.

Li gor Wezareta Sûrî alîyê Amerîkî pêşveçûnên di warê reformên darayî yên Sûrîyê de pîroz kirin û piştevanîya xwe ji bo domandina van reforman dubare kir.


This item is part of
XS
SM
MD
LG