Wezîrê derve yê Sûriyê giheşte Îraqê di çarçoweya seredana hevalbenda Sûriyê ya demdirêj de û gotûbêjkirina bi serokwezîrê wê re, di demekê de ku Şam ji îzoleya dîplomatîk a bi salan derdikeve.
Serdana Feysel Miqdad tê çend hefteyan piştî ku Komkara Erebî erê kir ku rawestandina endamtiya Sûriyê di bloka 22 endaman de bi dawî bîne, û rejîma serok Beşar Esed vegere nav qada herêmî piştî salên şerê navxweyî.
Îraq di dirêjahiya boykotên berfireh ên Erebî de hevalbenda Şamê ma, di dema şerê navxweyî yê Sûriyê de, bi taybetî di şerê dijî Dewleta Îslamî de. Wê ti carî têkiliyên xwe qut nekirin û hevkariyeke nêzîk berdewam kir.
Ajansa nûçeyan a dewletê ya Îraqê got ku Miqdad şeva Şemiyê gihişte Bexdayê.
Berdevkê wezareta derve ya Îraqê Ehmed el-Sahaf ji ajansa nûçeyan re ragihand, tê çaverêkirin ku ew bi serokwezîrê Îraqê Mihemed Şîa Sûdanî, serokomar Ebdulletîf Reşîd û wezîrê derve Fuad Husên re bicive.
Sehaf got: "Serdan dê li ser peywendiyên dualî yên di navbera Bexda û Şamê de û li ser rola Îraqê di vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî de be".
Komkara Erebî di 7ê Gulanê de deng da bo vegerandina Sûriyê piştî rawestandina wê di sala 2011an de ji ber tepeserkirina hovane ya Esed li ser xwepêşandanên alîgirên demokrasiyê ku piştre derbasî şerekî berfireh bû.
Di wê demê de Îraqê xwe di dengdana ku di encamê de Şamê rawestandibû, bê alî kiribû.
Herdu welat sînorekî biyabanê yê 600 kîlometreyî parve dikin ku çalakiyên çekdarî heta bi salan piştî têkçûna Daişê jî lê berdewam in.
Gurûpa çekdar di sala 2014an de rûberên mezin ji herdu welatan girt, û "xîlafeta" xwe ragihand berî ku ew di sala 2017an de li Îraqê û di 2019an de li Sûriyê têk biçe.
Qaçaxiya madeyên hişber jî di salên borî de zêde bûye, digel ku bazirganiya kaptagona narkotîkê ya mîna amfetamînê li herêmê belav bûye, piraniya wê di wî sînorî re derbas dibe.
Pasdarên Îraqî di meha Adarê de dest danîn ser sê mîlyon hebên kaptagonê li sînorê bi Sûrîyê re.
Çavkanî: AFP