Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Piştî 8 Salên Şerê Sûriyê Hîn Gelek Pirs û Hêvî Hene


Şerê navxweyî yê Sûriyê piştî 8 salan gelek şîrokên diltezîn ên kuştin û wendabûnê û her wiha yên hêviyê li dû xwe hîştin.

Xwepêşandanên aştiyane yên ku di sala 2011ê de destpêkir û daxwaza guhertina hikûmetê kir, hatin guhertin û bûn şerê herî bi xwîn di sedema bûjen de.

Di encama şer de, nêzîkî nîv milyonek kes hatine kuştin, nîvê xelkê Sûriyê bêşûnûwar e, daxên demdirêj ên şer di jiyana gelekan de diyar e, jimareke mezin di zîndanan de ne û gelek jî tevlî gurûpên çekdarî bûne.

Di demekê de ku gurûpa Daiş ber bi dawiyê ve diçe û dawî li eniyeke şer tê, li cihên din ên Sûriyê hîn rewş ne zelal e.

Serokê Sûriyê Beşar Esed, ku diyre di şer de serkeftî ye li beramber serhildêrên ku dixwestin rêjîma wî birûxînin, niha di bin barekî giran ê avakirina wêranî û hilweşandina li seranserî welêt de ye.

Kurdên Sûriyê, ku nêzîkî 30 ji sedî ji Sûriyê kontrol dikin, metirsî hene li dor gefên Tirkiyê û rêjîma Esed û hêvî dikin ku Amerîka li herêmên wan bimîne.

Parêzgeha Idlibê hîn di bin destê gurûpên çekdar de ye û hêzên din ên opozisyoên bi piştgiriya Tirkiyê navçeyên bakurê Helebê, di nav de jî Efrînê kontrol dikin.

Li beramber vê rewşa ne diyar gelek hêvî hene ku civaka navnetewî dawiyê li vî şerê dirêj bîne û çareseriyekê ji xelkê Sûriyê re bibîne.

XS
SM
MD
LG