Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Selman Barûdo: Rêveberîya Xweser Biryar Daye Nirxê Genim Bike 315 LS


Serokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê Selman Barûdo ji Dengê Amarîka re ragihand ku Rêveberiya Xweser biryar daye, nirxê genimê ku ji cotkaran dikire, bo 315 lîreyî sûrî zêde bike.

Barûdo îro di daxuyaniyê de ragihand:

“Piştî lêkolîn û nîqaşeke berfireh li ser nirxê berhemên ku ji cotkaran tên wergirtin, Rêveberiya Xweser biryar da, ku nirxê genim ji bo berjewendiya cotkaran de zêde bike.”

Wî got:

“Rêveberiya Xweser biryar da ku nirxê genimê ku ji cotkaran dikire, bilind bike û bo mûsimê îsal dê her kîlogramê genim bi 315 lîreyên sûrî ji cotkaran bikire.”

Selman Barûdo
Selman Barûdo

Pêştir nirxê kirîna her kîlo genim 255 lîreyên sûrî hatibû diyarkirin, ku ew yek bibû sedema nerazîbûneke mezin a cotkarên herêmên di jêr desthilata Rêveberiya Xweser de.

Hêjaye gotinê ye ku ti guhertin bi ser nirxê ceh de nehatiye kirin û dê weke berê her kîloyê ceh bi 150 lîreyên sûrî ji cotkaran were kirrîn.

Li alîyekî din, hejmarek cotkarên herêmê ji Dengê Amarîka re gotin ev biryar başe lê ne wek hêvîya wan e, ku wan dixwest dewsa bi leyra Sûrî bi dolar were kirîn ji destê wan.

Ev yek ji ber ku leyra Sûrî rojane nirxê wê li hemberî dolarê amarîkê dikeve. Ne xasim bicihkirina cezayên Qeyser li dijî rêjîma Sûrîyê ku wê bihêle nirxê LS li himberî dolar bêhtir dakeve.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:01:37 0:00


XS
SM
MD
LG