Çavkanîyeke dîplomatîk a Sûrî ji ajansa nûçeyan a fermî ya SANA'yê ragihand ku ti planên Sûrîyê ji bo şandina hêzên leşkerî bo Yemenê tune ne, û nûçeyên li ser egera şandina hêzan nerast in.
Çavkanîyê çarçoveya hevkarîya leşkerî ya bi Erebistana Siûdî re diyar kir ku niha hevkarî bi tenê li ser rahênankirina hêzên Sûrîyê, pêşxistina şiyanên wan û vepguhartina pisporîya leşkerî ye.
Çavkaniyê Sûrî herwiha da zanîn ku biryar e şandeke karbidestên Siûdî di meha bê de serdana Sûrîyê bikin, û da zanîn ku dibe ev havkarî pêşbikeve bo rêkeftineke berevanîya hevbeş.
Ev daxuyanî di demekê de tê, piştî çend karbidestên Yemenê ji ajansa AFP re gotibû ku bi hezaran hêzên leşkerî yên Sûrîyê dê li Erebistana Siûdî û Yemenê bêne bicihkirin, ku hin ji wan ji niha ve li qadên şer dimînin.
Berpirsên Yemenê herwiha got ku ev pêşhat di demekê de ye ku Erebistana Siûdî hewl dide alîkarîya navneteweyî kom bike da ku pêşveçûna Hûsîyan rawestîne û piştgirîya hikûmeta li Edenê xurt bike.