Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPGê Lêborînê ji Xelkê Amûdê Dixwaze


Nouri mahmoud
Nouri mahmoud

Yekîneyên Parastina Gel YPG derbarê bûyerên Amûdê yên sala 2013an de ragihand, “Em lêborîna xwe radigihînin û amade ne tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.”

Fermandariya Giştî ya YPGê derbarê bûyera Amûdê ya sala 2013an ku di encamê de hejmareke xelkê sivîl hatibûn kuştin, daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Endamê Fermandarîya Giştî Ya û berdevê fermandarîyê Nûrî Mehmûd di vîdeokê de ev mesac belavkir.

Berdevkê YPG birêz Mehmûd buyer wek karesat anî ziman

YPG dibêje:

“Bûyera ku di rojên 27-28 Hezîrana 2013an de li Amûdê qewimî, facîa bû û ziyaneke mezin gihande gelê me û divê di dîroka gelê Kurd û Rojava de dubare nebe.”

YPG di daxuyanîya nivîskî de perpirsyara xwe ya buerê ragihand.

“berpirsyarê vê bûyera xemgîn dibîne” û diyar dike, “bi şaşiya mezin a ku di encama rûbirûhatinekê di navbera yekîneyeke me ya leşkerî dema ku ji eniyên şer vedigeriyan û komek ji xwepêşanderên li pêşiya navenda Asayîşê kom bûbûn, daxwaza serbestberdana ciwanên çalakvan dikirin û di encamê de kesên bêguneh jiyana xwe ji dest da, itîraf dikin.”

Herwiha di daxuyaniyê de YPGxemgînîya xwe anî ziman, û amadebûna xwe ji bo tewîza qorbanîyan eşkere kir.

“xemgîniya xwe ya kûr û mixabîniya xwe” tîne ziamn û tekez dike, “em amade ne her tiştê pêwîst bikin da ku vê birînê di dîroka şoreşa Rojava de derman bikin, lêborîna xwe radigihînin û tezmînata manewî û madî ji malbatên şehîdên gelê me yên bajarê Amûdê re pêşkêş bikin.”

Her di wê daxuyaniyê de YPG dibêje:

“Ji bo pêkanîna lihevhatinê û bidestxistina aştî, aramî û ewlehiyê di dilê gelê me de, me fedakarî kiriye û ev yek erk û mafê gelê me li ser me ye û peywirek e ji bo her kesê parastin û ewlehiya vî gelî mîsoger dike, em amade ne her tiştê pêwîst bikin.”

Hêjaye bibîrxistinê ye ku YPG Hêza wê ye sereke ye, ev demeke di warê nêzîkbûna layanên sîyasî kurdî de dixebete , her wisa berîya 3 mehan komîteya lêprisîna windahîyan damezrand ku paşre serencam hat weşandin, niha ypg hêza sereke ya HSD lêborîna xwe ji bueryên Amûdê dixwaze.

Li gorî şopîneran ku hêzên sûrîyaya demoqratîk ev hemû gavên HSD ji bo avakirina helwesteke kurdî yekgirtî û çareserkirina hemû pirs û kêşeyên salên şerê navxweyî li sûrî ku wê bikeve sala xwe yî 10 an de.

Hêjaye gotinê ye ku Bûyerên Amûdê di 27-28ê Hezîrana 2013an de, di navbera hêzên YPGê û xwepêşanderên Amûdê de, ji bo berdana girtiyan çê bibûn û di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û hejmarek kes jî birîndar bûbûn.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:21 0:00


XS
SM
MD
LG