Mihrîcana Mîtan ya Şanoyê di werza çaran de dûr ji Efrînê li wargeha derbiderbûnê li Şehba bi karnivalekê destpê kir.
Komên şanoyên yên beşdarî mihrîcanê dibin herwiha endamên navenda çand û hunerê û hejmarek zarokên Efrînê tevlî karnivalê bûn.
Endamê komîteya rêvebir ya mihrîcanê Selam Îbo wiha ji me re got: “Ev karnival ji taybetmendîyên mihrîcana Mîtan e, şanoger û hunermend tê de beşdar bûne, di ber stranên floklorî re em bangeşeya gel dikin da ku werin tevlê bibin”.
Li ber def û zurneya Çiyayê Kurmênc û bi cilûbergên floklorî karnivala mihrîcana Mîtan derbazî nava kampên derbiderên Efrînê bû, Efrînîyên derbider ku li herdu kampên berxwedan û serdem dimînin bi coş ew pêşwazî kirin û tevlî wan meşiyan.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku werza yekê ya mihrîcana Mîtan ku yekem mihrîcana şano li ser asta Rojava di sala 2014an de pêk hatibû, û piştî ku şanogerên Efrînê weke hemû gelê herêmê hatin koçber kirin, ew careke din mihrîcanê zindî dikin.