Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Li Sûrîyê Zevîyên Genim û Ceh Tên Şewitandin


Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) îro Sêşemê ragihand ku bi hezaran donim zevîyên genim û dexilên curbicur yên bakurê Sûrîyê, wek çekeke şer têne şewitandin û bi sedhezaran sîvîlan neçar dike ku herin cîhên din.

“Li Îdlib û bakurê Hama bi dehan kes di encama wan agiran hatine kuştin, bi sedan donim erdên girîng yên çandinî şewitîn û bi kêmî ve 300,000 kes neçar man ku cîhên xwe biterkînin,” berdevikê WFP’ê Herve Verhoosel got.

Wî da zanîn ku gelek berhemên wek ceh, genim û keskahî şewitîn û ew yek bi ti awayî nayê qebûl kirin.

XS
SM
MD
LG