Medya dewleta Sûrîyê ragihand ku Îsraîlê roja Duşemê êrîşên esmanî birine ser heremaTartûsê, lê ziyanên mirovî nehatine tomar kirin.
Ajansa fermî ya nûçeyan SANA got ku "firokeyên Îsraîlê li derdora bajarê Tertûsê êrîşên asmanî pêk anîn, ku heya ziyanên mirovî nehatine tomar kirin. "
"Berevanîya sivîl û tîmên pispor jibo piştrastkirina cihê êrîşên dixebitin," SANA got.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) got ku peqîneke bi hêz li bendera Tertûsê hejand û dûman ji deverê bilind bû.
SOHR got ku piştî peqînê niha dûman ji heremê bilind dibe.
Serokê SOHR Ramî Ebdil Rehman ji AFP'ê re got ku peqîn li bingeheke leşkerî ya Sûrîyê li nêzî benderê pêk hatiye.
Artêşa Îsraîlê di daxuyanîyekê de got ku hêzên wê "navendeke leşkerî çekên rêjîma Sûriyê yên berê li devera Qerdaha dihatin depokirin"xistine.
Artêşê herwiha rgihand ku biryara lêdana wê navendê "jiber rûdanûn dawîn li deverê hatiye dayîn." Lê, artêşa Îsraîlê hûrgilî neda.
Qerdaha li Laziqiyê ye û 60 kîlometre li bakurê bajarê Tertûsê ye.
SANA ragihandibû ku di encama peqînekê de li herêma Dêrezorê ya rojhilatê Sûrîyê 3 kes hatine kuştin û 20 kesên din jî birîndar bûne. Hat gotin ku sedema peqînê nayê zanîn.
Îsraîlê bi sedan êrîşên esmanî pêk anîne, piştî serhildayên bi pêşengîya koma îslamî Heyat Tehrîr el-Şam (HTŞ) di 8’ê Berfanbarê de desthilatîya Esad têk birin.
Îsraîl dibêje ku bi êrîşên esmanî ew armanc dike samanên leşkerî yên Sûrîyê "nekeve destên dijminan. "
Serokwezîrê Îsraîlî Benjamin Netanyahu meha borî got ku divê başûrê Sûrîyê bi temamî were bêçek kirin, û hişyarî da ku hikûmeta wî qebûl nake ku hêzên hikûmeta nû ya Sûrîyê nêzî axa Îsraîlê bin.
Jêder: AFP