Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sedema Nerazîbûna Dawî ya Suryanîyan li Cizîrê Çi Ye?


Hejmareke alîgirên rejîma Sûrî yên Krîstîyan daketin kolanê ku nerazîbûna xwe ji biryara Rêvebirîya Xweser ya perwerdeya bi zimanê Suryanî nîşan dan.

Di xwepêşindanê de û alên rejîma Sûrî hatin bilind kirin û sloganên piştgirîya Serokê Sûrî Beşar Esad hatin qerîn.

Xwepêşanderan êrîş birin ser 5 pênç dibistanên taybet yên bi dêran ve girêdayî ku berî çend rojan li ser biryara Desteya Perwerdê ya Rêvebirîya Xweser hatibûn girtin.

Xwenîşanderan herwiha daxwaz kir ku materyalên sîstema perwerdeya rejîmê li xwendingehan werin vegerandin.

Nezîra Gewrîyê, Seroka Partîya Yekîtîya Suryanîyan ya Demokratîk û komîteya danîna materyalên bi zimanê Suryanî di daxuyanîk nivîskî li ser mijarê weşand.

Gewrîyê biryara Rêveberîya Xweser ya perwerdeya bi zimanê Suryanî, jibo gelê Suryanî wek cîhanîna mafekî neteweyî bi nav kir.

"Jibo cîhkirina mafê gelê Suryan, bi biryara rêvebirîyê, mafê xwendina bi zimanê dayikê hat dayîn ku Suryanî li dibistanên xwe, bi zimanê xwe yê zikmakî bixwînin."

Gewrîyê piştrast kir ku vekişîna hêzên Sotoro ji devera xwepêşandanê, bi armanca rêgirtina pêş plana rejîma Sûrî bû ku dixwest tevlihevî çêke.

Gewrîyê rejîm tawanbar kir ku bi alîkarîya hin qeşeyan dixwaze tevlihevî di nav wan de derxîne.

Mihemed Salih
Mihemed Salih

Desteya Perwerdê ya Rêveberîya Xweser jî di daxuyanîyeke nivîskî de rejîma Sûrî tawabar kir ku bi rêya tevlîhevîyan rê li ber Suryanîyan digire ku bi zimanê xwe bixwînin.

Hevserokê Desteya Perwerdê ya Kantona Cizîrê Mihemed Salih got ku zimanê Suryanî, li kelka Kurdî û Erebî yek ji sê zimanên fermi yê Rêvebirîya Xweser e.

Salih bi bîr xist ku gelê Suryanî bi partîyên xwe yên sîyasî di nav rêveberî de cîh digirin.

ZO_08_30_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00

XS
SM
MD
LG