Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûrîyê Komên Çekdar Razî Bûne ku di Wezareta Berevanîyê de Bibin Yek


Rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed el-Şeraa roja Sêşemê li Şamê di civîneke de bi komên serhildayî yên wî welatî re, 24 Berfanbar, 2024 de kom bû.
Rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed el-Şeraa roja Sêşemê li Şamê di civîneke de bi komên serhildayî yên wî welatî re, 24 Berfanbar, 2024 de kom bû.

Rêberê defakto yê Sûrîyê Ehmed el-Şeraa roja Sêşemê di civrînekê de bi komên serhildayî yên wî welatî re giheştine peymanekê da ku hemû komên çekdar xwe hilweşînin û di bin wezareta berevanîyê de kom bibin, li gor daxuyanîyeke rêvebirîya nû.

"Civîn bi peymaneke li ser hilweşandina hemû koman û yekbûna wan di bin çavdêrîya wezareta berevanîyê de bi dawî bû", di daxuyanîyê de hat gotin.

Ajansa nûçeyan ya SANA ya dewletê wêneyên el-Şeraa bi serokên çend komên çekdar re weşand, lê ti nûnerên hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ya bi pêşengîya Kurdan ku Amerîka piştgirîya wan dike, tune bûn.

Roja Yekşemê, Şeraa gotibû ku wê "rê nedin ku li welat li derveyî kontrola dewletê çek hebin".

Wî destnîşan kir ku ev yek jibo HSD jî derbaz dibe.

Di 8’ê Berfanbarê de serhildayên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ), di encama êrîşeke nişkeveyî ya 12 rojan de kontrola paytext Şamê bi dest xistibû û desthilatdarîya rejîma Beşar Esad têk biribûn.

Serokê HTŞ, Ehmed el-Şeraa wek rêberê defakto yê Sûrîyê tê dîtin û ew niha desthilatdarîyê li Sûriyê destnîşan dike.

Hefteya borî, serfermandarê leşkerî yê HTŞ ji AFP re got ku herêmên di destê Kurdan de wê di bin deshilatdarîya nû de werin yekkirin, û "Sûrîye wê parçe nebe."

Li Sûrîyê gelek kêmanî yên etnîkî û olî- Kurdên misilman û şîa, xiristiyanên Ortodoks yên Suryanî, Yunanî û Ermenî, û civaka Durzî hene.

Ew civak her hemî di şerê navxweyî de ditirsiyan ku her desthilatdarîyek sunnî ya tundrê li Sûrîyê desthilatdar be û awayê jiyana wan bixe xeterîyê.

Deshilatdarîya nû ya HTŞ xwedî nêrînên îslamî yên sunnî yên konservatîf e, û berê girêdayê koma cihadî El Qaîde bû. Loma di nav Sûrîyan de fîkareke berbelav heye ku wê HTŞ mafên kêmanîyan, civakên din yên olî û jinan ji holê rake.

Jêder:AFP, Reuters

XS
SM
MD
LG