Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Doza Mirina Emîna Îsa Di Zindana Rêveberîya Xweser de Hîn Nehatiye Girtin


Beshar Amin

Doza Emîn Îsa ku li gorî malbata wî ew di zindaneke rêvebirîya xweser de, di dawîya meha derbasbûyî de jêr êşkenceyê hatiye kuştin, heya niha nehatîye girtin.

Li gorî agahîyên malbatê ku şanedekê ji HSDê serdana malbata Emîn kir û wan agahdarkirin ku dê HSDê Lêpirsînê bike, û encam bi malbatê re werin parvekirin.

Siyasetemdar û apê Emîn Îsa Beşar Emîn di daxuyanîyeke taybet de ji bo Dengê Amarîkagot wan soz ji HSDê girtinku dê encamên lêpirsînê bi wan re werin parvekirin.

Bûyera Emîn Îsa ku bibû cihê nerazîbûneke giştî li bakurê Sûrîyê û baylozxana Amerîkî li Şamê ser malpera xwe got ku ev bûyer cihê metirsîyê ye, û divê HSDê lêpirsînan dor êşkencîyê di zindanan de bike.

Malbata Emîn Îsa doz ji fermandarê giştî yê HSDê general Mezlûm Ebdî kir ku di demeke nêzîk de encamên lêpirsînê bi wan re werin parvekirin.

Beşar Emîn
Beşar Emîn

Li gorî birêz Beşar Emîn ku ew bi guman in û dipirsin gelo ew lêpirsîn pêkhat an na?

Di berdewamîya axafitina xwe de, birêz Emîn got ji bilî rastîya bûyerê malbata wî bi tiştekî din razî nabe.

Hêjaye gotinê ye ku di dawîya meha Hizêranê de Emîn Îsa di zindaneke rêvrbirîya xweser de ku li gorî rêvebirîya xweser bi sedema dozekê hat girtin, di zindanê de bi celta mejî miriye. Û wan bi rêya vîdeok û kongirekî rojnamevanî dektorên lêkolîna termê Emîn ku mirin normale, û idîayên êşkencê ne rastin, lê malbata Emîn bi rêya wêneyan re ser social media belavkirin û daxuyanî dan ku Emînrastî êşekcê hat û di encamê de hat kuştin.

Di navbera herdû alîyan de şandeke ji HSDê serdana malbata Emîn kir.

Li gorî malbatê Emîn ku sozên lêpirsînê hatin dayîn, lê heya neha encamên lêpirsînê bi wan re nehatine parvekirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:15 0:00


Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG