Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêveberiya Xweser Ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê 16 Jin û zarokên Daişê Radestî Belcîkayê Dike


Şandeke Wezareta Derve ya Belcîkayê roja Înê serdana Qamişlo kir, û li gel berpirsên desteya karê derve civîya.

Li gorî malpera karê derve ya Rêveberiya Xweser, şanda Belcîkayê bi serokayetiya berpirsê dosya Sûriyê di wezareta derve ya Belcîkayê de, Eric De Muynck roja Înê li Qamişlo bû.

Li gorî desteya karê derve, di civînê de Hevserokê Navenda Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer, dilgiraniya xwe derbarê girtina dergehê Til Koçerê li pêşiya alîkariyên navdewletî nîşan da û got, dê bandora wê ya xerab li ser navçeyê hebe.

al-hol camp
al-hol camp

Li gorî aghaîyên desetya karê derve, berpirsê dosya Sûriyê di wezareta derve ya Belcîkayê ji alîyê xwe ve got, ku wan awayê piştgiriya navçeyê, proseya siyasî ya Sûriyê, egera avakirina dadgehekê ji bo dadgehkirina çakdarên Daişê û herweha rewşa mirovî ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê gotûbêj kirine.

Di dawiya serdanê de, Rêveberiya Xweser 10 zarok û 6 jinên Belcîkî yên Daişê, radestî şanda Belcîkayê kirin.

Şopîner bawer dikin ku vegerandina jin û zarokên malbatên Daişê yên biyanî ji bo welatên wan yek ji doseyên herî ku hat tekezkirin di civîna wezêrên derve yên kiwalisyona navnetweyî ya şerê dij Daişê de, ku di 28ê meha 6an de li Romayê hatbûn lidarxistin.

al-hol camp
al-hol camp

Şopîner Dilbirîn Xelo dibêje ku tevgera vegerandina jin û zarokên malbatên Daişê bi taybetî welatîyên Ewrupî piştî civîna Roma pir aktîv bûye.

Hêjayî gotinê ye ku roja Şemîyê şandeke Finlenda jî serdana Qamişlo kir û li gorî hin agahîyan ku hejmarek jin û zarokên Daişê yên ji wî welatî jî dê werin radestkirin.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:16 0:00


XS
SM
MD
LG