Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partî û Komeleyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kombûnekê Encam Didin


30 rêxistin, partî û komeleyên kurdî, erebî û suryanî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro piştî civîna girêdayî gefên Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li Navenda Lêkolînên û têkilîyên dibolmasî li bajarê Qamişlo li dar ketiye daxuyaniyek dan raya giştî.


Di dawîya civîna partîyan de daxuyanîyek ji bo raya giştî hat xwendin, daxuyanîya bi zimanê Kurdî ji aliyê Hevseroka partîya Sûrîya Pêşeroj Hevrîn Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de nîşan bi wê yekê hate dayîn ku gefên Tirkiyê li dijî prosesa siyasî ya diyalogê ye û Tirkiyê bi gefên xwe DAIŞ`ê bi hêz dike.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin ku armanca sereke ya gefên Tirkiyê ew e ku nehêlin Hêzên Sûriye Demokratîk şerê DAIŞ`ê bike û wê bi temamî tune bike.

Her wiha hate gotin ku her êrîşek ji hêla Tirkiyê wê bala HSD ji şerê Daişê mijûl bike, û HSD neçare ku oprasyonên dijî komkên veşartî rawestîne da ku berê xwe bidin sînor bi Tirkiyê re.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji ber vetoya Tirkiyê û bêdengiya navdewletî, nûnerên derdora 5 milyon kes ji pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûra Sûriyê hatin dûrxsitin.

ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:30 0:00


XS
SM
MD
LG