Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Alîgirên Daiş ji Kampa Eyn Îsa ya Bakurê Rojhilatê Sûriyê Direvin


Berpirsên Kurdên Sûriyê got pevçûnên îro Yekşemê di navbera hêzên Kurdî û Tirkiyê de hîşt ku bi sedan alîgirên Daişê ji kapma Eyn Îsa birevin.

Berpirsekî leşkerî yê Amerîka got rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê bi awakî lezgîn têk diçe û hêzên Amerîkî êdî pêwendiyên li ser erdê bi hêzên Kurdî re kontrol nakin.

Berpirsê ku nexwest nave xwe diyar bike ji ber ku wî deshilata ragihandina agahiyên leşkerî nebû, got ku metirsî hene hêzên Amerîka bêne veqetandin û li dijî hêzên girêdayî Tirkiyê têkevin pevçûnan.

Kampa Eyn Îsa derdora 12,000 kes vedihewîne, di nav de jî 1,000 jin û jinebîyên çekdarên Daişê û zarokên wan.

Rêveberiya xweser a Kurdan di daxuyaniyekê de got ku 950 alîgirên Daişê reviyan, piştî ku wan êrîşî nobedaran kir û dergeh şikandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got firokên şer ên Tirkiyê îro Yekşemê gundên derdora kampê bumbebaran kirin.

Çavdêriyê got rûniştvanên kampê reviyan di demekê de ku pevçûn di navbera hêzên Kurdî û yên alîgirên Tirkiyê de dibûn.

XS
SM
MD
LG