Seroktîya Tirkîyê ragihand ku serokê rêvebirîya demkî ya Sûrîyê Ehmed El-Şeraa wê roja Sêşemê serdana paytext Enqerê bike.
Rêvebirîya Ragihandinê yê Seroktîya Tirkîyê Fahrettin Altun roja Duşemê sardana Şerra ragihand.
" Şerra li ser vexwendina Serokê me Recep Tayyîp Erdogan roja Sêşemê wê serdana Enqereyê bike," Altun di daxuyanîyekê de li ser X’ê got.
Komên serhilda yên bi pêşengîya Hayat Tehrîr el-Şam (HTŞ) ku Şerra seroktî dikir , di 8’ê Berfanbarê de, piştî êrîşeke 12 rojan desthilatîya rejîma Beşar Esad hilweşandibû.
Şerra ku wek rêberê defokto bû, Çarşema borî ji alîyê wan koman ve wek serokê Sûrîyê hatibû destnîşan kirin ku heya 1’ê Adarê hikûmeteke veguhêz ya demkî reve bibe.
Tirkîye, ku bi Şera re xwedî peywendîyên nêz e, balyozxane ya xwe ya li Sûrîyê jinûve vekir û jibo danûstandinan bi serokê nû Şerra re serokê xwe yê sîxuriyê û wezîrê derve re şand Şamê.
Altun got ku Erdogan û Şeraa wê li Qesra Seroktîya ya li paytext Enqerê bicivin.
Wî got ku di civînê de her du serok wê " gavên hevpar yên jibo vejandina aborî, aramîya domdar û ewlehîyê " li Sûrîyê werin avêtin, gotûbêj bikin.
"Em bawer dikin ku peywendîyên Tirkîye û Sûrîyê yên piştî ku Sûrîyê azadîya xwe jinûve bi dest xist, wê xurtir û mezintir bin," Altun got.
Şeraa roja Yekşemê jî sardana Erebistana Saûdî kiribû. Sûrîye ya ku ji şer wêran bûye, li welatên dewlemend yên Kendavê digere da ku bo jinûve avakirinê dirav peyda bike û aborîya xwe vejîne.
Jêder: AFP