Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşar Esed di Hilbijartinên Sûrîyê de Dengê Xwe li Bajarokekî Berê yê Serhildêran Dide


Serokê Sûrîyê Beşar Esed û hevjîna wî Esmai Esed dengên xwe didin
Serokê Sûrîyê Beşar Esed û hevjîna wî Esmai Esed dengên xwe didin

Serokê Sûrîyê Beşar Esed îro Çarşemê dengê xwe di hilbijartinên serokayetîya welêt de da ku pêşbîne ew tê de bo cara çarem bibe serok.

Wî dengê xwe li bajarokê Dûma da, ku berê bingeheke bihêz ya serhildêran bû û bikaranîna berguman ya çekên kîmawî li wir hîşt ku Rojava êrîşên esmanî di sala 2018an de li dijî rêjîme encam bide.

Hikûmeta Sûrîyê dibêje ev hilbijartin diyar dikin ku tevî şerê deh salan rewş li Sûrîyê normal bûye.

Şerê Sûrîyê bi sedan hezar xelk kuşt û 11 milyon kes, ku dora nîvê xelkê Sûrîyê ne, ji malên xwe revîyan.

Esed piştî dengdanê got:

“Sûrîyê ne ew welatê ku wan dixwest daxin bazarê, bajarekî li dijî bajarekî din, pêkhateyekê li dijî ya din, yan jî şerekî navxweyî. Îro em ji Dûmayê dupat dupat dikine ku xelkê Sûrîyê yek e.”

Hilbijartinên Sûrîyê li derveyî proseya aştîyê ya Neteweyên Yekgirtî bi rêve çûn, ku welatên Rojava dixwest ew piştî nivîsandina destûreke nû û lihevkirineke siyasî bin û di bin çavdêrîya Neteweyên Yekgirtî de bin.

Opozisyona ku ev hilbijartin baykut kirin, dibêje kandîdên rikeberên Esed di van hilbijartinan de bi mebest ji asteke nizim hatine binavkirin, ku yek ji wan Ebdulla Ebdulla ye, cîgirê berê serokwezîrê Sûrîyê û yê din Mehmûd Miriî, serokê partîyeke biçûk ya opozisyonê ye.

Frensa, Almanya, Îtalya, Brîtanya û Amerîka roja Sêşemê got dê ev hilbijartin ne azad û ne dadmend bin.

XS
SM
MD
LG