Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Hebûna Xwe Ya Leşkerî Li Bakurê Sûriyê Bihêz Dike


Ev bû demeke hêzên Rûsî li gel artêşa rêjîma Sûrîyê li Eyîn Îsa û bakurê Tiltemirê rahînanên leşkerî hevbeş dikin.

Li gorî aghaîyan, balafirên şer û helîkopterên Rûsî di wan rahînanan de tên bikaranîn. Hêzên Rûsî bo cara yekem balafirên şer yên Sîxoyî anîne balafirgeha Qamişloyê.

Peyvedarê Yekîneyên Parastina Gel YPG Nûrî Mehmûd derbarê rahênanên leşkerî yê Rûsî ji ecansa ANHA re gotibû ku ew rahênan rê li şer nagire.

Li alîyekî din, hat zanîn ku hêzên HSD û YPG di wan rahênanan de ne beşdar in, tevî ku ew li deverên HSD dibin.

Şopîner bawer dikin ku hêzên Rûsî dixwazin bi rêya wan rahênanan, nameyên cuda ji Turkiyê û HSDê re bişîne.

Dilbirîn Xelo ku rewşê dişopîne, dibêje Rûsîya dixwaze gefên Tirkiyê weke fişar li ser HSDê bikarbîne da ku herêmê radestî hikûmeta Şamê bike.

Li alîyekî din, HSD di daxuyanîyên xwe de, dibêje ew bapendî agirbesta Cotmehê ne. Lê Nûrî Mehmûd dibêje hêzên wan di amadebaşîyê de ne ji bo bersivdayîna êrîşên Tirkiyê yên nû.

Mehmûd di daxuyanîya ji bo ANHA de got ew bi tektîkên nû yên şer amade ne bersiva Tirkiyê bidin.

Ew dibêje:

''Tirkiyê êrîş û gefên xwe yên li dijî herêmê didomîne, lê em bi stratejî û taktîkên nû yên şer ji êrişên re amade ne''.

Hêjaye gotinê ye ku rahênanên leşkerî yên hêzên Rûsî û rêjîma Sûrîyê berdewam in û ta amadekirina vê raportê, gera balfirên keşfê yên artêşa Tirkiyê li ser asamanê bajarê Kobaniyê ranewestiyane.

Li aliyekî din, artêşa Rûsiyayê baregehên xwe yên leşkerî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hêz dike.

Raporta Deng/Zana Omer
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:12 0:00


XS
SM
MD
LG